Home Faaliyetler Etkinlikler FORUMA KURD YA 3’EMİN
Etkinlikler - Faaliyetler - Genel - Haberler - Slider - 13 Şubat 2025

FORUMA KURD YA 3’EMİN

Gelî Dildar û Karbidestên Hêja,

Wek parêzvanên mafên mirovan armanca me; di bin banê civaka sivîl de nirxên hevpar ên mirovahiyê yên wek ‘edalet, azadî, aştî û biratiyê biparêzin. Me, wek nûnerekî girîng ê kevneşopiya tevgera mafên mirovan a li Tirkiyeyê, “Kî dibe bila bibe li dijî zalim, li cem mazlûm” ji xwe re kirîye şîar. Me li dijî her cure zilm û zordariya ku mirovan ji mirovtîyê derdixe têkoşîn daye. Em careke din diyar dikin ku di bin rêberîya mirovahîya mezina ku Îslamîyet e û nirxên hevparên mirovahîyê de bilindkirina rûmeta mirovahiyê wek peywir dibinin.  Em wek tevgereke mafên mirovan, di warê aştî û diyalogê de ku ji bo bidawîkirina şerê siyasî yê çekdarî ku bi dehan sal in li welatê me berdewam dike biqede û ji bo naskirina mafan, ji bo pêkanîna aştî û dadmendiyê çi pêwîst bûye me kirîye û  me tu carî xwe ji  berpirsyariyên xwe dûr nexistine û em xwe dûr naxin jî.

Em diyar dikin ku di vê çarçoveyê de, di vê dema krîtîk de, yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welatê me Pirsa Kurd ku dîsa di rojevê de ye, gotinên me hene, emê bêjin. Em xwe wek berdewamiya Forumên Kurd dibînin ku ya yekem di sala 1992an de û ya duyem jî di sala 2012an de hat lidarxistin. Di Foruma xwe ya 3’emîn a Kurd de, em ê di çarçoweya derdoreke diyalogê ya demokratîk, şefaf û berfireh de nêrînên pispor ên cihêreng bînin cem hev. Bi mijarên cuda li ser ji nû ve çareseriya Pirsa Kurd nîqaş bikin. Di vê civîna girînga ku wê gavên ji bo aştiya civakî, ‘edalet û biratiyê bên avêtin dê bên nîqaşkirin, ji bo di pêşerojê de avakirina  civakek aramtir alîkariyên we yên giranbuha wê gotina me xurtir bike û biryar, hêvî û wêrekîya me zêdetir bike. Emê li foruma xwe bi amadebûna we rûmetdar bin.

Ji bo agahdariyê bernameya me di pêvekê da ye.

 

KOMELA ÎNÎSÎYATÎFÊ YA HEQ

FORUMA KURD YA 3’EMÎN

DÎYARBEKIR

15’ê Sibat’a2025’an Şemî

09.30- 10.00 Hevnasîn/ Qeyd

10.00/10.45 Axaftinên Destpêkê

RÛNİŞTİNA 1’EMÎN: 11.00- 13.30

Di Prosesa Tarîxê da, Veguherîna Kêşeya Kurd;  Fêmkirin û Jêfêmkirina Wê

  1. Bekir Biçer
  2. Yusuf Ekinci
  3. Sıtkı Zilan
  4. Serhat Özdilli

Moderator: Medine Kılıç

Yên Muzakerevan: Mehmedi Öztoprak, Burhan Aksoy

13.00-14.00 Firavîn û Bêhnvedan

RÛNİŞTİNA 2’EMÎN 14.00-16.00

Di Binê Tesîra Pêşveçûnên Rojane da, Sîyaset Divê li Kêşaya Kurd Çawa Binêre?

  1. Ömer Faruk Gergerlioğlu
  2. Mümtazer Türköne
  3. Diba Keskin
  4. Mehmet Emin Ekmen
  5. Ahmet Kaya

Moderator: Adem Kılıç

Yên Muzakerevan: Atalay Şahin, Recep Karagöz

16.00-16.30  Bêhnvedan

RÛNİŞTİNA 3’EMÎN 16.30- 18.30

Di Kêşeya Kurd da, Cîyê Civaka Sivîl/ Camî’aya Îslamî û Pêşnîyarê Wan Ên Çareserîyê

  1. Emine Uçak Erdoğan
  2. Vahdettin Kaygan
  3. Metin Karabaşoğlu
  4. Abdullah Şahin

Moderator: Oktay Tatlıcıoğlu

Yên Muzakerevan: Suphi Uğur Çörekçi, Şeyhmus Özbekli

16’ê Sibat’a 2025’an Yekşemî

RÛNİŞTİNA 4’EMÎN 10.00-12.00

Di Çarçova Azadî û ‘Edalet û Mafan da, Fikirîna Ji nû ve ya Kêşeya Kurd

  1. Hüseyin Sarıgül
  2. Mehmet Akif Koçer
  3. Seher Akçınar
  4. Ali Bulaç
  5. Fahrettin Dağlı

Moderator: Şakir Çalışkan

Yên Muzakerevan: Mehmetcan Çağlayan, İzzet Saldamlı

12.00-13.00  Firavîn û Bêhnvedan

RÛNİŞTİNA 5’EMÎN 13.00-15.00

Ji nû ve Hewildana Çareserîya Kêşeya Kurd

Hêvî /  Rîsk / Fersend

  1. Reha Ruhavioğlu
  2. Kadrican Mendi
  3. Salim Orhan
  4. Sinan Kızılkaya

Moderator:  M. Ali Devecioğlu

Yên Muzakerevan: Ahmet Faruk Ünsal, Selahattin Çoban

15.00-15.30  Bêhnvedan

15.30-16.30 Beyannameya Dawîyê, Daxuyanîya Çapemenîyê, Bidawîkirin

15-16 ŞUBAT 2025/ 15-16’e Sibat’a 2025’an

DÎYARBEKIR/AMED

Hola DTSO’yê (Odeya Pîşesazî û Tîcaretê Ya Amedê )

Taxa Kooperatîfan, Kolana Akkoyunlu’yê; No 15. 21100 Yenîşehîr/ AMED