Home Faaliyetler Basın Açıklamaları KOMELEYA ÎNÎSÎYATÎFÊ YA HEQ DAXUYANİYA DAWÎ YA FORUMA KURD YA 3’EMÎN

KOMELEYA ÎNÎSÎYATÎFÊ YA HEQ DAXUYANİYA DAWÎ YA FORUMA KURD YA 3’EMÎN

Foruma Kurd a  3’emîn a ku di 15-16 Sibat’a 2025’an de li Amed’ê bi beşdarîya ji beşên cuda yên civakê pêk hat, ji alîyê komeleya me ve hat li darxistin.  Ev forûma 3’emîn a Kurd e ku ji çalakîyên ku li ser çareserîya pirsgirêka Kurd li ser eksena maf û ‘edaletê tên lidarxistin. Ya 1’emîn di sala 1992’an de li Enqere’yê û ya 2emîn jî di sala 2012’an de li Îznîk’ê pêk hat. Di bernameya 2 rojan de, nûnerên civaka sivîl, sîyasetmedar û beşdarên beşên cuda yên civakê, pêvajoya dîrokî ya pirsgirêka Kurd, guhertinên di vê pêvajoyê de hatine jîyîn, şêweya nêzîkatîyên komên cuda, ji beşê Îslamî li ser vê mijarê û tiştên ku divê biqewimin, îmkan, metirsî û derfetên ku ji pêşhatên sîyasî yên heyî derdikevin, hatin gotûbêjkirin.

Em bi pirsgirêkeke piralî re rû bi rû ne ku ji Împaratorîya Osmanî heta roja me ya îro rasterast bandorê li jîyana bi deh milyonan dike û li benda çareserîyê ye. Gelê Kurd ji ber ku nêzî sedsalekê li ber çavan nehat girtin, gelek êş û azar kişand. Ev mijar bi salan e hem li welatên herêmê û hem jî li Tirkîye’yê weke sedemeke binpêkirina demokrasî û mafên mirovan tê nîşandan. Ji ber vê yekê, “çareserkirina” pirsgirêka Kurd, ne tenê wê were wê wateyê ku gelê Kurd ku li erdnîgarîyên cuda dijîn û ji bi milyonan kesan pêk tê, wê mafên xwe yên xwezayî bidest bixe; di heman demê de wê ji bo demokratîkirina Tirkîye’yê û herêmê jî bibe momentek cidî.

Li alîyê din em dîyar dikin ku geşedanên heyî, di çarçoveya sîyaseta navneteweyî de ferzkirina şert û mercên nû yên real-sîyasî ne. Pêvajoya ku îro tê meşandin, her çendî hêmaneke bêçekkirinê dihewîne jî, çarçoveyeke wê ya zelal nîn e. Nav lê nehatî danîn, rêbaza wê nehatîye dîyarkirin û muxatabên wê jî nedîyar in. Li alîyekî danûstandinên çareserîyê tên kirin, li alîyê din jî binçavkirin, girtin û pêkanînên qeyûman berdewam dikin. Li şûna ku rê li ber aştîyê bê vekirin, pêkanînên bi vî rengî pêbawerîya pêvajoyê di nava gel de xera dike û hêvîyên aştîya civakî lawaz dike. Pêvajo, di çarçoveya lêgerîneke teng a lihevhatineke di navbera alîyên pevçûnê de dimeşe. Mixabin ne bi beşdarbûna beşên civakî yên berfireh dimeşe; lêbelê, tecrubeyên berê nîşan didin ku tu înîsîyatîfeke ku ne li ser piştgirîya civakî be, nikare mayînde û berdewam be.

BANGA ME Û PÊŞNÎYARÊN ME

  1. Divê pêvajo bi awayekî ku hemû beşên civakî karibin bişopînin û tevlî bibin, bê meşandin; û muzakere li pişt derîyên girtî neyê kirin. Divê qonaxên pêvajoyê ji hemû beşên civakê re bên ravekirin û li ser esasê lihevkirineke civakî ya berfireh, pêk were. Ji bo ku pêvajo piştgirîya civakê bigre, divê li rojavayê welêt û li Rojhilat jî hişmendîyeke xurt bê afirandin.
  2.  Divê dane û zanyarîyên ku bi salan e li Tirkîye’yê ji alîyê sazîyên sivîl ve hatine pêşxistin, neyên paşguhkirin. Divê hemû astengîyên li pêşîya rêxistinên sivîl ku bi awayekî serbixwe û azad beşdarî pêvajoyê dibin, bên rakirin.
  3.  Ji bo ku tevlîbûna civakê, bê misogerkirin; û pêvajo bi awayekî azad ji alîyê civakê ve bê nîqaşkirin, rexnekirin û nirxandin; divê garantîyên pêwîst bên dayîn. Divê rêziknameyên pêwendîdar bêne çêkirin da ku di dema pêş de îfadeyên herî balkêş ên fikr û ramanan jî di dema pêş de wek sûc neyê hesibandin.
  4.  Divê destwerdanên neqanûnî yên li rêveberîyên herêmî û şaredarîyan, bi dawî bibin. Kiryarên qeyûman, zirarê dide prensîba nûnertîya demokratîk û di civakê de bêbawerîyeke kûr çêdike. Divê mueyîdeyên îdarî yên li ser kesên hilbijartî tên sepandin, di çarçoveya qanûnan de ji nû ve bên nirxandin. Şaredarîyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, divê ji meclîsên şaredarîyan ên ji alîyê gel ve hatine hilbijartin, şûnde bên vegerandin.
  5.  Misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, pêdivîyek e; û li ser nîqaş nayê qebûl kirin. Divê ev mafê bingehîn bi destûra bingehîn bê naskirin û bêyî muzakere bi lez bê sepandin. Di encama pêvajoyê de, girîng e ku mijarên lihevkirî, bi taybetî di derbarê maf û azadîyên bingehîn ên takekesî yan yê kolektîf de, bi garantîkirina qanûnî û destûra bingehîn werin dayîn.
  6.  Girîng e ku çek û tundî, nebin amûrên sîyasetê. Divê teqez hemû alî rê û rêbazên tundûtûjî û pevçûnan li pey xwe bihêlin, ji tevgerên ku aştîya herêmê têk bibin dûr bikevin û di warê sîyaseta sivîl de bi pêşkeve, helwestek bi biryar nîşan bidin.
  7.  Beşên civakê yên azad û serbixwe yên ku nasnameya Îslamî qebûl dikin, di vê pêvajoyê de ji ber bawerîya xwe xwedî berpirsyarîyeke taybet in. Divê ev kom wek şahidên adil însîyatîfê bigrin ser milê xwe û erka xwe ya di civakîkirina pêvajoya heyî de bi cih bînin.

EM DI QONAXEKE DÎROKÎ DE NE!

Em di qonaxeke dîrokî de ne ku derfeta teşekirina salên pêş me heye. Pêvajoya çareserî û aştîyê bi nedîyarîyan, nayê meşandin; pêşveçûn bi paşguhkirina îradeya civakî nabe. Her çiqas ji bo bidawîkirina pirsgirêka Kurd lihevkirinek di navbera alîyên de ku pevçûnê dikin, pêwîst be jî, ev yek têrê nake. Ji bo pêkhatina hewaya aştîya civakî, pêwîst e lihevkirineke civakî ya ku li pêşberî raya giştî bi awayekî şefaf pêk were û hemû aktorên sîyasî û sivîl ên pêwendîdar bi awayekî azad tê de hebin. Tevî hemû îtiraz û nîgeranîyên me, em dîyar dikin ku ji bo aşitîyeke birûmet, em bi awayekî cidî pêşwazî li pêngavên heyî yên ji bo çareserkirina vê pirs/girêka sedsalî dikin. Aşitîyeke mayînde û rasteqîn bi beşdarîya civakî, maf û azadîyên bingehîn û demokrasîyê pêkan e.